Ji Weşanên Weqfa Mezopotamyayê sê pirtûkên nû

Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an da xebata perwerdeya folklorê da destpêkirin û di encama wê perwerdeyê da gelek berhevkar gihandin. Rênas Xendekî, Wîldan Sevîm û Cemîl Çelîk jî ji wan berhevkaran bûn. Dosyayên ku wan di encama perwerdeyê da amade kirin, ji aliyê weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatin çapkirin.

Pirtûka berhevkariyê ya Rênas Xendekî ya bi navê “Çîrokên Roviyan” cilde ji çîrokên roviyan pêk tê. Di berhema Xendekî da bi tevahî 37 çîrok hene. Berhevkar di beşa herî dawiyê ya pirtûkê da, bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike. Li gor pêşgotina berhevkarî, zarbêjên çîrokan piranî kesên temenê wan zêdene û du çîrokên di pirtûkê de ji aliyên zarbêjan ve bi awayê stranê hatine gotin.

Pirtûka din ya Cemîl Çelîk e ku bi navê “Senem Xanim” hatiye çapkirin. Berhema Çelîk ji çîrokên dîwanan pêk tê. Çîrokên di vê pirtûkê da, ji herêma Serhedê hatine berhevkirin. Di pirtûkê da bi tevahî 8 çîrok hene û konut çîrok hem bi awayê helbestkî hem bi awayê pexşankî cilt gotin. Di vê pirtûkê da jî, berhevkar di beşa herî dawiyê da bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike.

Berhema din jî pirtûka Wîldan Sevîmê ya bi navê “Rostemê Zal û Selmanê Sindî” ye. Pirtûka ji 33 çîrok, xebroşk û fablan pêk tê. Rostemê Zal û Selmanê Sindî jî destan e ku navê xwe daye vê pirtûkê. (ÇAND Û HUNER)

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir